1. Aranjor, komposor û djyeke kurd e.. di 2ê temûza 1984an de li hewlêrê xwudê daye, kurê mûzîsyen û stranbêjê kurd, mîran herkî ye, li almanyayê dijî û heta niha li gel gelek stranbêj û mûzîsyenên kurd projeyên mûzîkê çêkirine.. berî çend hefteyan bi nave kurdish house project vol. 1 albûma wî ya yekem derket pîyaseyê, min guhdarî albûmê kir, ji karûbarên teknîkî yên mûzîkê fêhm nakim lê guhdareke baş ê mûzîkê me, kêfa min ji albûmê re nehat, bi tempo û ekoyeke nelazim xwezaya stranên kurdî ên di albûmê de cih girtine, xira kiriye.. |
|
15.04.2014 02:40 |
endazer
|
2. ev xebata wî ya ji bo emroya dengbêj şakiro, xweş e; |
|
15.04.2014 03:06 |
endazer
|
3. ji bo erdhÊja wanÊ ji kilama hekÎmo ya ji dengÊ dengbÊj şeroyÊ biro, xebatek xweş çÊkiriye; http://renasmiran.com/videos/dengbej-seroye-biro-hekimo-jibo-wan |
|
09.06.2014 14:27 |
endazer
|
4. David guetta yê Kurdî. stîlekê nû da ye muzîka kurdî. em dikarin bejin di muzîka kurdî de di wa re xwe de kesê yekem û herî serkeftî ye. Dj yekî kurd e, li elmanya dijî. ew bi xwe ji hewlerê ye. lê stranên ku ew li ser dixebite behtir bi Kurmancî ne. sala 2014an albûma wî ya yekem bi nave "kurdish house music vol 1" derket. di albume de 16 stranên remixkirî hene. |
|
09.06.2014 20:23 |
zaxurani
|
5. Mİrovek hêja û pirr serkeftîye û aranjorekî pirr baş e. |
|
17.04.2019 00:33 ~00:34 |
brzn
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |